• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî û Jeanine Hennis-Plasschaert civiyan

Gulan Media December 28, 2018 Nûçe
Serok Barzanî û Jeanine Hennis-Plasschaert civiyan
Nunera nû ya Sekreterê NY li Îraqê dest bikar bû
Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên Iraqê Xatû Jeanine Hennis-Plasschaert û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li xanima Jeanine Hennis-Plasschaert wekî Nûnera nû ya Sekreterê NY li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest.

Her di vê hevdîtinê de şerê dijî terorê û metirsiyên hizra terorê li ser asayîşa Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyê û Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku raste DIŞI di warê leşkerî de hatiye têkbirin lê belê sedemên serhildana terorê pêwîste nemînin nexwe metirsiya terorê bi awayeke din serî hildide û bi pêwîst jî zanî ku şerê fikrî û civakî û aboriya terorê bê kirin.

Di beşeke din ya vê civînê de ronahî xistin ser peywendiyên Kurdistan û Bexda û serdana meha derbasbûyî ya Serok Barzanî li Bexda û Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo birêz Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê Iraqê nîşan da û bi siyasiyekî vekirî û aligirê diyalogê wesif kir ku bi başî li doza rewaya gelê Kurdistanê jî têdigihe û eve jî xiste rû ku Kurdistan herdem rêya hevdû têgihîştin û diyaloga ji bo çareserkirina kêşeyan li ber girtiye.

Top