• Sunday, 15 February 2026
logo

Berpirsekî Gorranê: Bila YNK destpêkê arîşeyên nav xwe çareser bike paşê!

Gulan Media December 27, 2018 Nûçe
Berpirsekî Gorranê: Bila YNK destpêkê arîşeyên nav xwe çareser bike paşê!
Berpirsekî Gorranê dibêje, bila YNK li şûna ku astengiyan li pêşiya Gorranê çêbike, bi arîşe û aloziyên nav xwe de mijûl be û wan çareser bike.

Endamê civata niştimanî ya Gorranê, Nesredîn Mehmûd li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê û hewlên YNKê yên li dijî Gorranê ji BasNewsê re got, gava me biryar da em beşdarî hikûmetê bibin wê çaxê ne YNK û ne jî partiyek din dikare pêşiya me bibe asteng.

Nesredîn Mehmûd her wiha got, ji xwe eger em bibin şirîkê hikûmetê emê bi qasî kursiyên xwe beşdar bibin û xizmeta gelê Kurdistanê bikin. Mafê YNKê jî nîne daxwaza wê yekê bike Gorran filan postê û wezaretê wernegire. Çimkî muxatebê me PDK ye ne YNK.

Wî berpirsê Gorranê anî ziman, bila YNK li şûna ku hêza xwe ji bo derxistina astengiyan li pêşiya Gorranê bikar bîne, bila hêza xwe bo çareserkirina arîşe û aloziyên nav xwe de bikar bîne.

Nesredîn Mehmûd da zanîn ku PDK dixwaze û hez dike ku Gorran beşdarî hikûmetê bibe û got, eger PDK daxwaziyên me qebûl bike emê bibin şirîkek baş yê hikûmetê.

Basnews
Top