Rêbawar Talebanî: 6 salan jî bêm zîndankirin helwesta xwe naguhêrim
Got jî: “Helwesteke din ya min li ser hildana ala Kurdistanê bû, ku wek ala Iraqê aleke destûrî ye. Encûmena Parêzgeha Kerkûkê deng li ser da ku dibe ala Kurdistanê wek ala Iraqê bi hev re li ser dezgehan bên hildan. Ji sedî 86 xelkê Kerkûkê deng dan referandûma serxwebûna Kurdistanê û ji hemû pêkhateyan.”
Rêbwar Talebanî diyar kir: “Li ser wan helwestên min, hin kes ji hikûmeta Iraqê bi ecindeyên derveyî kar dikin. Beşek ji aliyên siyasî yên Kerkûkê naxwazin ez wek Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bimînim, ji ber ku rewatiyê li ser rewşa Kerkûkê nadim. Heger rewatiyê bidim 16ê Cotmehê, anku rewatiyê didim enfal, kîmyabarana Helebce û kuştina 8 hezar Barzaniyan.”
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê amaje bi wê yekê kir, “Ta niha 30 rêvebirên Kurd ji Kerkûkê hatine derkirin. Sedam Husên pêştir wî heman kar kir. Parêzgarê niha yê Kerkûkê hatiye wan kiryarên Beis dubare dike, divê ew parêzgar were dadgehkirin.”
Rêbwar Talebanî got jî: “Grûpên qaçaxcî yên mezin petrola Kerkûkê didin, niha xelk heye bi pileya efser in û petrola Kerkûkê didiz, ji bo çi Dozgerê Giştî bêdeng e? Ku her dem biryara girtina min derdikin. Heger 6 salan min bigirin jî helwesta xwe naguhêrim.”
Waar.tv
