Hevdîtina Serokwezîrê Vatîkanê û Barzanî dest pê kir
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, îro Pêncşembî (27-12-2018) Serokwezîrê Vatîkanê, Kardînal Pietro Parolin bi serok Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Kardînal Pietro Parolin û şanda pê re kêliyek berî niha gihîştin baregeha serok Barzanî û ji aliyê wî ve hatin pêşwazîkirin.
Peyamnêrê Rûdawê li cihê civînê, Senger Ebdurehman ragihand, di hevdîtinê de dê pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Vatîkanê, rewşa Krîstiyanên li Herêma Kurdistanê û bi taybet koçberên Krîstiyan û rola Vatîkanê di alîkariya koçberan de bêne gotûbêjkirin.
Peyamnêrê Rûdawê herwiha got, Kardînal Pietro Parolin herwiha dê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û berbijêrê erkdarkirî bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî hevdtînan bike.
Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin û şanda pê re, duh bi şev bi serdaneke fermî gihiştin Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistan.
Serokwezîrê Vatîkanê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Navxweyî yê Heêrma Kurdistanê Kerîm Şingalî, Wezîrê Ewqafê yê bi Wekalet û çend rayedarên din ên Herêma Kurdistanê ve hatibû pêşwazîkirin.
Di dema gihîştina bi Herêma Kurdistanê de, Kardînal Pietro Parolin di daxuyaniyeke rojnamevanî de gotibû: “Ez gelek kêfxweş im ku îro li vir im. Spasiya desthilatdarên vê derê û aliyên din dikim ji bo pêşwaziya min. Ev serdana min weke ku hûn dizanin tê wê wateyê ku em amadeyiya xwe nîşan bidin li hember nêzîkbûnê û nêzîkî hember Krîstiyanên li Iraqê.”
Serokwezîrê Vatîkanê destnîşan kiribû: “Me demeke diyarkirî hilbijart ku Krîsmas e, ev jî giring e. Dusibe planeke me ya hevbeş heye daku em piştgiriya xwe li hember Krîstiyanan nîşan bidin li gundan û cihên din, wan kesên ku bi tundî rûbirûyî pirsgirêkan bûne, herwiha em dixwazin beşdariya me hebe di avakirina civakê de. Ez bawer im ji bo vê yekê amadekarî hatiye kirin û derfetek dide me ku em baştir vê herêmê nas bikin.”
Rudaw
