• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Amerîkayê di nexwaşxaneyeke de êrîşa çekdarî pêk hat: 2 kes mirin

Gulan Media October 23, 2022 Nûçe
Li Amerîkayê di nexwaşxaneyeke de êrîşa çekdarî pêk hat: 2 kes mirin

Li nexwaşxaneyeke bajarê Dallas a ser bi eyaleta Teksas a Amerîkayê de êrîşeke çekdarî pêk hat û di encam de 2 kes mirin û êrîşkar jî bi birîndarî hate girtin.

Li gor daxûyaniya nivîskî ya ku ji aliyê polîsê Dallas’ê ve hat dayîn, êrîşkarê ku hate nexwaşxaneyê bi çek 2 xebatkar kuştin û bi destwerdan û midaxileya polîsê nexwaşxaneyê ve êrîşkar bi birîndarî hat girtin.

Hat ragehandin rewşa tendurustiya êrîşkarê 30 salî yê bi navê Nestor Hernandez başe û tê texmîn kirin ku Nestor bi armanca dîzî kirinê êrîşê nexwaşxanê kiribe.

 

Basnews

Top