Viyan Sebrî: Serok Barzanî navên wezîrên PDKê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê diyar dike
Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ragihand, heta niha ti demek ji bo kombûna Parlamentoya Iraqê ya ji bo dengê bawerîdana kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê nehatiye diyarkirin û eşkere kir, navên wezîrên PDKê jî di kabîneya nû de Serok Barzanî diyar dike.
Seroka Fraksiyona PDKê Viyan Sebrî ji Kurdistan24ê re ragihand, divê 72 demjimêr berî rûniştina Parlamentoya Iraqê karnameya hikûmeta nû û zanyarî derbarê berbijêran de bigihe destê parlamenteran, ji bo gotûbêjkirina berî civîna dengdanê.
Derbarê dabeşkirina peywirên wezaretan di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de di navbera PDKê û YNKê de jî Viyan Sebrî diyar kir, dabeşkirina peywiran li gor xalbendî û berkeftina helbijartinan dibe, ji ber wergirtina peywira Serokomarê Iraqê ya ji aliyê YNKê ve, piraniya peywirên wezaretî yên pişka kurdan ber PDKê dikeve.
