• Sunday, 22 February 2026
logo

Jiber şerê PKK û Tirkiyeyê rastî metirsiya nemanê hatine

Gulan Media October 23, 2022 Nûçe
Jiber şerê PKK û Tirkiyeyê rastî metirsiya nemanê hatine

Jiber şerê PKK û Tirkiyeyê rastî metirsiya nemanê hatine.

Jiber şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê yaku, demeke dirêje li parêzgeha Dihukê û deverên sînorî yên vê parêzgehê de didome, dever rastî zirarên gelek mezin yên madî û dîrokî hatiye.

Jiber şer û pevçûnên han niha li vê parêzgehê zêdetir ji 80 paşmayiyên girîng yên dîrokî ketine bin metirsiya herifîn û nemanê.

Birêveberatiya parastina şûnwarên dîrokî ya li Dihukê diyar kiriye ku, jiber şer û pevçûnên heyî nikarin wan şûnwar û paşmayiyên dîrokî biparêzin û daxwaz ji PKK û Tirkiyeyê kiriye daku, dawî bi şerê xwe li deverê de bînin.

Weke tê zanîn jiber şerê navbera PKK û Tirkiyeyê gelek gundên vê herêmê jî hatine valakirin û dever rastî zirarên gelek mezin hatiye.

Top