• Sunday, 15 February 2026
logo

Donald Trump sedema veşartî çûna xwe ya Iraqê aşkera dike

Gulan Media December 27, 2018 Nûçe
Donald Trump sedema veşartî çûna xwe ya Iraqê aşkera dike
Serokê Amerîkayê sedema veşartî çûna Iraqê û civîna li gel fermandarên artêşa welatê xwe yên li Iraqê aşkera kir.

Şeva borî 26.12.2018ê çapemeniya Amerîkayê bi belav kirina çend wêneyekî Donald Trump û hevjîna wî Milania Trump ên li gel hêzên Amerîkayê yên li Iraqê hatin belav kirin, ku Trump şeva 24-25.12.2018ê bi serdaneke veşartî geheştiye Iraqê û li biryargeheke artêşa welatê xwe ya li parêzgeha Enbarê, li gel fermandar û leşkerên Amerîkî civiya.

Li gor nûçeyekî Sky News, Serokê Amerîkayê Donald Trump sedema aşkera nekirina serdana xwe ya Iraqê, ji ber metirsiya ewlehiyê penase kir û ragehandiye ku, ew gelek diltenge, ji ber piştî xerckirina 7 trilyon dolar pare, hîn jî Iraq seqamgîr nebûye û pêwîst dike bi veşartî serdana wî welatî bike.

Serokê Amerîkkayê diyar kiriye ku ew ji ber serokatiya Amerîkayê û tirsa wî ya ji metirsiyên ser hevjîna wî Milania, serdan bi veşartî pêkaniye û bi ti awayekê ji ber metirsiya canê xwe nîgeran nebûye.

Donald Trump aşkera kir, bi balefirekî ku hemû lambên wê vemirandî û çend balefiran jî parastina wan kiriye û bi wî awayî geheştiye Iraqê û vegeryaye.

Waar.tv
Top