• Sunday, 15 February 2026
logo

Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser çend xalekan rêkeftin!

Gulan Media December 27, 2018 Nûçe
Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser çend xalekan rêkeftin!
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê li ser çend xalekan rêkeftin.

Duh 26.12.2018ê berpirsên wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê û wezîrê berevaniya Iraqê li Bexdayê civiyan.

Di civînê wezareta Pêşmergeyên herêma Kurdistanê û wezareta berevaniya Iraqê li ser avakirina çend navendeke hemahengiya hevbeş di navbera her du wezaretan de, bo şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê rêkeftin.

Li gor zanyariyên berdest, civîna li ser fermana serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, di navbera wezareta Pêşmergeyên herêma Kurdistanê û wezareta berevaniya Iraqê de birêve çûye û lijneyên serekî û lijneyên din ên hevbeş ên her du aliyan jî beşdar bûne.

Basnews
Top