• Sunday, 15 February 2026
logo

Bi mûşek êrîş li ser balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê pêkhat!

Gulan Media December 27, 2018 Nûçe
Bi mûşek êrîş li ser balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê pêkhat!
Bi mûşek êrîş li ser balyozxaneya Amerîkayê ya li paytexta Iraqê Bexdayê pêkhat.

Li gor zanyariyên bidest ketin îro 27.12.2018ê hejmarek mûşek nêzîk balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ketin û dengê teqînan li derdora balyozxaneyê hatin.

Ew êrîşa mûşekî ya ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, piştî gefên tund ên serokê milîsên Esayib Ehlî El Heq Qeys Xezelî pêkhat.

Qeys Xezalî daxwaz ji serokê Amerîkayê Donald Trump kir, hêzên welatê xwe ji Iraqê vekêşe, eger na ezmûn û şiyana wan heye ku hêzên Amerîkayê naçar bikin ji Iraqê derbikevin.

Heta naha diyar nîne ka kîjan grub û aliyek ji wê êrîşa mûşekî berpirse, lê ji ber ne çalakbûna hêzên Iraqê, bi dehan grub û milîsên Iraqî, bi fikir û armancên berjewendî yên cuda ava bûne û kiryarên terorîstî, revandin û kuştina hemwelatiyan pêktînin.

Basnews
Top