• Sunday, 15 February 2026
logo

Dadgeha Amedê biryara berdewamiya girtina Leyla Guven ê da

Gulan Media December 27, 2018 Nûçe
Dadgeha Amedê biryara berdewamiya girtina Leyla Guven ê da
Li Amedê li Dadgeha Amedê rûniştina doza hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)ê û parlementera HDPê Leyla Guven ê hat ditin.

Dadgehê biryara berdewamîya girtina wê da û runiştina doza wê ya nû taloq da 25 meha yêk ya 2019 yê. Di runiştina wê de li gel parêzerên wê hevseroka HDPê Pervin buldan, hevserokê KCDê berdan Ozturk û gelek parlementerên HDPê beşdarbun, belê ew bi xwe ji ber rewşa wê ya xirap beşdar nebu.

Li ber derîyê dadgehê Hevseroka HDPê Pervin Buldanê gotareke pêşkeşkir û wiha got: “İro rojeke dirokiye ji ber ku em beşdarî runiştina doza parlementera ew tinê girti ya di parlementoyê de bûn. Ew girtiye ji ber ku ew HDP yi ye, Ew girtiye ji ber ku ew di grevê deye. Em ji piştgiriya Leyla Guvenê dikin ji ber ku xwesteka wê huquqiye. Di vê Tirkiye demildest tecridê rake û grevê bine rojeva xwe.”

Parlementerê HDPê yê Amedê İmam Taşçier jî destnişandike ku hukumet politikayên xwe li ser inkarkirina Kurda dimeşine.

Hevserokê KCDê Berdan Ozturk jî dibeje xwestekên Leyla Guvenê huquqi û mirovahîne 3u nerina Dewleta Tirk jî li hemberî vê diyare.

Hejayê gotinê ye ku hevseroka KCDê û hemen demde parlementa HDPê ya Colemergê Leyla Guven ji ber ku di demê operasyona Efrinê de diji vê operasyonê derket û bangi gel kir hat binçavkirin û hej doza wê berdewame. Ji aliyê din ve eve 49 roja ji bo tecrita li ser reberê PKKê Abdullah Ocalan Dest bi greva birçibunê kiriye.

Waar.tv
Top