Esaîb Ehlulheq hişyarî da Trump: Emê hêzên te bikin derê
Qeys Xezelî di twîtekê de dibêje: “Serdana Trump ji bo bingeheke serbazî ya Amerîkî, binpêkirina nerîtên dîplomasiyê ye û rastiya projeya Amerîka li Iraqê eşkere dike”.
Ew dibêje, bersiva Iraqiyan ji bo wê yekê, dê biryara parlementoya Iraqê be ji bo derxistina hêzên Amerîka ji Iraqê û dê Amerîka were neçarkirin ku hêzên xwe vekişîne.
Xezelî gefan li Amerîkay dixwe û dibêje, ger Amerîka hêzên xwe venekişîne, şarezayî û şiyanên wan hene ku bi riyên din ku Amerîka bixwe jî wan riyan nas dike, wê serbazên wan derxînin, weke çawa sala 2011an jî kirin.
Xezelî wiha dibêje: Bersiva iraqiyan bo vê şêweya serdanê dê bi rêya parlementoyê be, ji bo derxistina wan hêzên serbazî, êdî bi xweşî be yan nexweşî. Eger neçûne derve jî, me şarezayî û şiyana wê heye ku bi rêyên din bikin derê, ku hêzên te dîtine, weke çawan ku di sala 2011 de me neçar kirin, ku bi zelîlî derkevin.
Ev gotinên Qeys Xezelî di demekê de ne, ku Serokê Amerîkayê li bingeha serbazî ya Eynulesed li parêzgeha Enbarê ragihand: “Ew hêzên xwe ji Iraqê venakişînin”.
Şeva bihorî Koşka Spî eşkere kir, ku Donald Trump tevî hevjîna xwe Melania Trump û Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê John Bolton, bi helkevta cejna Krîsmasê serdana navendeke serbazî ya hêzên welatê xwe li Iraqê kiriye.
Trump di wê serdana xwe de, ti hevdîtin bi rayedarên Iraqê re encam neda.
Rudaw
