• Sunday, 15 February 2026
logo

Rûsya helwesta xwe ji çalakiyên Tirkiyê li Sûriyê aşkere dike

Gulan Media December 25, 2018 Nûçe
Rûsya helwesta xwe ji çalakiyên Tirkiyê li Sûriyê aşkere dike
Mosko gûmanê bi helwesta Tirkiyê ya li hember yekperçeyîya xaka Sûriyê nake û dibêje: “Çalakiya Tirkiyê li bakurê Sûriyê demkî ye û pê re hin metirsiyên ewlehiyê derdikevin.”

Nûnerê Rûsya di Nivîsgeha Netewên Yekgirtî de Gennady Gatilov ji rojnameya “Izvestia” a Rûsî re ragihand, sînorê Tirkiyê bi Sûriyê dirêj e û ji mafê wê ye bersiva gefên li ewlehiya wê tê kirin bide, bi taybet heger ew gef teroristî bin.

Herwiha got jî: “Pirsa Kurdî di tevna Sûrî de babeteke hestiyar e. Çalakiya Tirkiyê li bakurê Sûriyê diyardeyeke demkî ye û berî her tiştî girêdayî bi ewlehiya netewî û metirsiya terorê ye.”

Gennady Gatilov dibêje: “Em naxwazin fermanan bidin ka ew metirsî ta çi astê rast in. Em dizanin ku Enqere pabend e bi yekperçeyîya Sûriyê û serweriya wê û ti tişt nîn e ku gûmanê bi rastiya vê helwestê bikin.”

Tirkiyê demek e gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li herêmên Kurdî li rojhilatê çemê Firatê dixwe û di dawî pêşhat de, Serokê Amerîka ragihand, ewên hêzên Amerîkî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê vekişînin.

Lê piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, ew bi awayekî demkî rawestînin.

K24
Top