• Sunday, 15 February 2026
logo

Şêwirmendekî hikûmeta Sûriyê: Ti pirsgirêkekî me ya bi navê pirsgirêka kurd tine ye!

Gulan Media December 25, 2018 Nûçe
Şêwirmendekî hikûmeta Sûriyê: Ti pirsgirêkekî me ya bi navê pirsgirêka kurd tine ye!
Şêwirmendê hikûmeta rejîma Sûriyê ragehand, kul i welatê wan de ti pirsgirêkekî bi navê pirsgirêka kurd tine ye.

Şêwirmendê hikûmeta Sûriyê Ebdulqadir Ezuz ji kanala Elxed re ragehand, hikûmeta wan amadebûna xwe nîşandaye bo guftûgoya li gel hêzên li bakûrê Sûriyê ne, ku armanca wî behsa PYDê ya baskê siyasî ya PKKê ye li rojavayê Kurdistanê.

Ebdulqadir Ezuz ragehand; ‘’Bakûrê Sûriyê axa Sûriyê ye û artêşa Sûriyê li dijî gefa dagirkirin û destdirêjiya her aliyekê berevaniyê lê dike.’’

Şêwirmendê hikûmeta Sûriyê diyar kir, berevajî welatên din, Sûriye ti pirsgirêkekî xwe ya bi navê pirsgirêka kurd tine ye û kurdên Sûriyê ‘’Gelek niştimanperwer in’’ û wek amajeyek bo berevaniya PYDê û Sûriyebûna wê ew gotin kir.

Berî ava bûna şerê navxwe yê Sûriyê, rejîma Sûrî berdewam kurdên rojavayê Kurdistanê zulm lê dikir û heta nasnameya sûrî jî nedida piraniya kurdên wî beşê Kurdistanê.

Ebdulqadir Ezuz got, dê artêşa rejîma Sûriyê biçe rojavayê Kurdistanê û desthilatiya wê navçeyê bigre dest û xizmetê pêşkeşî xelkê navçeyê bike.

Basnews
Top