• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Silêmaniyê teqîn.. Birîndar hene

Gulan Media October 20, 2022 Nûçe
Li Silêmaniyê teqîn.. Birîndar hene

 Li bajarê Silêmaniyê teqînekê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê çend kes birîndar bûne.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, hêzên ewlehiyê lêkolînan dikin û rê nadin rojnamevan derbasî cihê bûyerê bibin.

Li gorî agahiyên peyamnêrê me, teqîn li ber navenda dayîna vîzeya Tirkiyê rû daye.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji K24ê re ragihand, destpêkê hêzên polîs çûne cihê bûyerê, lê piştre hêzên ewlehiyê hatin û ji wan re gotin ku ev bûyereke ewlehiyê ye û ew ê lêkolînê dikin.

Peyamnêrê me got, bombe di otomobîleke spî ya Fortuner de teqiya.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Silêmaniyê Aram Elî ji K24ê re ragihand, tîmên wan çûn cihê bûyerê agir vemirandin û piştre vekişiyan.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê destnîşan kir jî, biryar e piştî lêkolînên destpêkê, Berdevkê Asayişa Silêmaniyê di kongreyeke rojnamevanî de zanyariyan pêşkêş bike.

 

 

K24

Top