• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî bo Sûdanî: Piştevaniya pêkanîna hikûmeteke giştgîr dikim

Gulan Media October 20, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî bo Sûdanî: Piştevaniya pêkanîna hikûmeteke giştgîr dikim

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mihemed Şiya Sûdanî kir, ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vê mijarê di twîtekê de ragihand: “Min îro pîrozbahî li Mihemed Şiya Sûdanî kir, ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû hatiye erkdarkirin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez piştevaniya wî dikim ji bo pêkanîna hikûmeteke giştgîr, ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de kar bike û baweriya rasteqîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de bihêz bike.”

Di twîteke din de Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kiriye: “Ev hikûmet, divê piştevaniya mafên hemû pêkhateyan bike û bi giyanê hevbeşiya rasteqîn kar bike û cihê baweriya xelkê be, ku hêviya siberojeke baştir dikin.”

Duh di rûniştina Parlamentoya Iraqê de, piştî salekê ji birêveçûna hilbijartinên giştî, Letîf Reşîd wek Serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin û wî jî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Mihemed Şiya Sûdanî erkdar kir.

Top