• Sunday, 15 February 2026
logo

Nakokiyên mezin di navbera milîsên Heşdî Şeibî de pêkhatine!

Gulan Media December 25, 2018 Nûçe
Nakokiyên mezin di navbera milîsên Heşdî Şeibî de pêkhatine!
Nakokî û milmilaneyên mezin di navbera milîsên Heşdî de peydabûne û rojnameyek ereb jî sedemên wê aşkera dike.

Rojnameya ‘’Erebî Cedîd’’ di raportekê de aşkera kir, piraniya nakokiyan di çend xalan de dikare bê rêz kirin;

-Destkevtê madî yê milîsan

- Dabeşbûna milîsan a pêbendbûna wan a bi merciyên Iraqê û Îranê ve.

Li gor heman rojnameyê ku bi zimanê çavkaniyekê ve behs dike, nakokiya herî diyar a nav Heşdî Şeibî de nokakiyên di navbera Firqeya Ebas Qîtalî û Ebu Mehdî Muhendis e ku cîgirê serokê desteya Heşdî Şeibî ne.

Firqeya Ebas Qîtalî girêdana xwe ya bi Ayetulla Elî Sîstanî, ku merciya bilind a şîeyên Iraqê re ragehandine û berdewam jî rexne dike li girêdanbûna Ebu Mehdî Muhendîs a bi Îranê û Ayetulla Elî Xamineyî ve, ku rêberê bilind ê olî yê Îranê ye.

Nakokiyên zêdetir piştî çend biryarekî cîgirê serokê desteya Heşdî Şeibî de pêkhatin, ku givaşa darayî û îdarî ya zêde xist ser firqeya Ebas Qîtalî û biryar da ew firqe bikeve ser Heşdî Şeibî li Firat a naverastê.

Li gor heman rojnameyê bere fermandarê tugayên Îmam Elî Sebah Îzîrcawî, ku bi heman awayî girêdayîne bi merciya bilind a şîeyên Iraqê ve ragehandibû, nakokiyeke zêde di navbera milîsan de heye, sedemê wê jî beşek ji wan pêbendin bi merciya bilind a Iraqê ve û beşek ji wan jî pêbendin bi merciya bilind a Îranê ve û gotibû: ‘’Nakokiyên me yên îdarî, leşkeri, fikrî û bîrdozî hene.’’

Basnews
Top