• Sunday, 15 February 2026
logo

Şêwirmenda Esed: Amerîka ji Sûriyê reviya

Gulan Media December 25, 2018 Nûçe
Şêwirmenda Esed: Amerîka ji Sûriyê reviya
Şêwirmenda Siyasî ya serokê rejîma Sûriyê ragehand ku, Amerîka ji Sûriyê reviya nevekişiya.

Bûseyna Şaban Şêwirmenda Siyasî ya serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di çarçoveya gotareke xwe de li rojnameya El Weten a sûrî derbarê biryara Serokê Amerîkayê bo vekişandina hêza xwe ji Sûriyê got ku, hêza Amerîka ji Sûriyê reviya nevekişya.

Herwiha Bûseyna Şaban got jî ku, diyare Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara xwe berî çend mehan standiye ji ber ku, hêza welatê wî rastî şikestineke mezin bû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya bi hefteyekê aşkere kiribû ku wê hêzên xwe ji Sûriyê bikşîne. Herwiha Wezîrê Berevaniyê Amerîkayê James Mattis û Nûnerê Taybet ê Donald Trump dijî biryara vekişîna Trump derketin û dev ji karên xwe berdan.

Trump aşkere kir ku Tirkiyê dikare li beramberî DAIŞê biweste û êdî dem hatiye Tirkiye şerê DAIŞê bike.

Dengevdana biryara Amerîkayê ya ji Sûriyê berdewam dike. Îro Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron jî derbarê wê biryarê da axivî û got: “Ez ji ber wê biryarê gelekî xemgîn bûm. Hevpeymanek divê ligel hevpeymanê xwe yê din di hemahengiyê da be.”

Basnews
Top