Karvedanên dijî gotina Erdogan a '15 zarokên PKKyiyan hene' berdewam in
Axaftina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku ji Mehmet Ali Çelebi re dibêje “Karê hevjîna te anîna zarokan e, divê hejmar zêde bibe, zarokan çêbikin. Binêrin yên PKKê 5, 10, 15 hene” bû sedema bertekan.
Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî di nav wan siyasetmedaran de ne ku bertek nîşanî gotinên Erdogan dan.
Alî Babacan li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê mijarê de daxuyanî da tê de got “Ew ji her jineke ku dibîne re dibêje ku divê ew çend zarokan bînin. Dizane ku li çiyê 5-10 zarokan nayînine dinê lê bi milyonan welatiyên me yên Kurd bi terorê tawanbar dike. Heyf e, şerm e.”
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li ser heman mijarê bertek nîşanî Erdogan da û dibêje “Ji ber ku zarokên vî welatî li Qendîlê nehatine dinyayê, mebesta te diyar e brêz Erdogan! Gotinên we li dijî mafê mirovan û mafê jinan bêhurmetî ye. Her zarokek ku li vî welatî çêdibe hemwelatiyê birûmet ê Komara Tirkiyê ye. Ciyawazîkirina zarokan nîjadperestî ye!”
Parlamenterê berê yê CHPê Mehmet Ali Çelebî derbasî nav refên AKPê bû û 19ê Cotmeha 2022ê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di merasîmê de ligel wî û hevjîna wî axivî û got: “Karê hevjîna te anîna zarok e, divê hejmar zêde bibe, zarokan çêbikin. Binêre yên PKKê 5, 10, 15 hene” û ev ji bû sedema nerazîbûnan.
Rudaw
