• Sunday, 22 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser ji bo 'şervanên reviyayî' biryarek derxist

Gulan Media October 19, 2022 Nûçe
Rêveberiya Xweser ji bo 'şervanên reviyayî' biryarek derxist

Hevserokatiya Ofîsa Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê "şervanên reviyayî" de biryara lêborînê derxist.

Hevserokatiya Ofîsa Berevaniyê ya Rojavayê Kurdistanê bi boneya salvegra rizgarkirina Reqayê ji destê DAIŞê, ji bo kesên ji xizmeta leşkerî ya Rêveberiya Xweser reviyane lêborîneke giştî derxist.

Di daxuyaniyekê de tê gotin: “Ji bo berjewendiya giştî û bi helkefta pêncemîn salvegera rizgarkirina Reqayê ji destê DAIŞê” ev lêborîna giştî hatiye ragihandin.

Biryara lêborîna giştî ya derbarê "şervanên reviyayî" de ji çar xalan pêk tê.

Di xalekê de tê gotin ku “Lêborîneke giştî ji bo hemû şervanên ku ji “Erkê Berevaniya Xweser” reviyane û rewşa wan tê asayîkirin, bi mercê ku destên wan di kiryarên terorî yan tawanan de nebin.”

Li gor biryarê, dema 30 rojan ji wan kesan re hatiye diyarkirin ku li navxwe ne û û 60 roj jî ji bo kesên derveyî navçeyên Rêveberiya Xweser in, ku “şervanên reviyayî li navenda (Erkê Berevaniya Xweser) a ku navê wan lê hene amade bin.”

Di biryarê de herwiha tê gotin, “Dema berî revînê ji bo şervanên reviyayî tê hejmartin” û ji îro Çarşemê 19ê Cotmeha 2022yan de dest bi cîbicîkirina biryarê hatiye kirin.

Li gorî zanyariyan, gelek kes ji erkê Berevania Xweser reviyane û pêwîstiya wan bi asayîkirina rewşê heye, êdî kesên dixwazin vegerin, dikarin sûdê ji vê lêborînê binînin.

Rêveberiya Xweser Hezîrana 2019an yasaya leşkeriya neçar pesend kir kiribû ku ji 35 maddeyan pêk tê.

 

Rudaw

Top