Hejmara miriyên tisûnameiya Endonezyayê gihîştiye nêzîkî 400 kesan!
Şeva 22 vê mehê, li gewriya Sûnda ya Endonezyayê, ku dikeve navbera giravên Sûmatra û Cava, erd hejiyabû ji ber wê jî tisûnamî rabibû. Gelek kes ji ber wê bahoz û tisûnamiyê miribûn û gelek jî birîndar bibûn.
Li gorî amar û agahiyên herî dawî, hejmara miriyan gihîştiye 373 kesan û 1459 kes jî birîndar bûne, zêdetirî 100 kes jî wenda ne. Ji ber wê jî tê pêşbînîkirin hejmara miriyan zêde bibe.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Hîn hinek cih hene ku tîmên rizgarkirinê nekarîne xwe bigihîninê ji ber wê jî tirsa wê heye hejmara qurbaniyan zêde bibe.
Basnews
