• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Çeçenistanê şerê navxwe destpê dike

Gulan Media October 19, 2022 Nûçe
Li Çeçenistanê şerê navxwe destpê dike

Li dijî Ramazan Kadirov xelk serî hildide.

Piştî ku, li ser fermana Serokê Çeçenistanê Remezan Kadirov artêşa vê welatî dest bi wergirtina ciwanan bo leşkeriyê kir û wan amade dike daku, bo şerê dijî Ukraynayê wan bişîne Rûsyeyê, xelkê Çeçenistanê li dijî Kadirov dest bi serhildaneke mezin kir.

Ciwanên ku, bo leşkeriyê hatine veguhastin û bo şandina Rûsyeyê hatine amadekirin, naçin şer bo Rûsyeyê nakin û nerazî bûna xwe jî li ser vê mijarê diyar kirine. Pişt re di navbera wan û kesûkarên wan û artêşa Kadirov de şer û pevçûn derketiye, ev şer û pevçûn du roje didome û Rûsye jî bo kontrol kirina rewşê û piştîvanî kirin ji Kadirov hêzên xwe yên taybet şandiye Çeçenistanê.

Top