Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Netanyahu alîgirê PKKê ye!
Ev çend roj in serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û komek rayedarên tirk li ser kurdan devojenî hev dibin.
Netanyahu dibêje, tirk kurdan komkuj dikin, tirk jî wî bi kuştina Filistîniyan tohmetbar dikin.
Herî dawî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu gotiye, Netanyahu dixwast bi PKK û YPGê Sûriyê perçe bike lê piştî ku pilana wî hat xirabkirin, hêrs bû! Ew alîgirê PKKê ye!
Basnews
