• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Netanyahu alîgirê PKKê ye!

Gulan Media December 24, 2018 Nûçe
Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Netanyahu alîgirê PKKê ye!
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu, serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bi alîgirtiya PKKê tohmetbar kir!

Ev çend roj in serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û komek rayedarên tirk li ser kurdan devojenî hev dibin.

Netanyahu dibêje, tirk kurdan komkuj dikin, tirk jî wî bi kuştina Filistîniyan tohmetbar dikin.

Herî dawî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu gotiye, Netanyahu dixwast bi PKK û YPGê Sûriyê perçe bike lê piştî ku pilana wî hat xirabkirin, hêrs bû! Ew alîgirê PKKê ye!

Basnews
Top