• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mesîhiyan kir

Gulan Media December 24, 2018 Nûçe
Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mesîhiyan kir
hêviya bexteweriyê bo wan dixwaze
Hêvî dike cejna wan bibe sedema kameranî û bextewerî.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mesîhiyan kir ku ev jî tekesta vê peyamê ye;

Bi minasebeta cejna ji dayikbûna hezretê Mesîh gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya xuşik û birayên Mesîhî li Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û hêviya cejneke pir ji bextewerî û kamranî bo wan dixwazim.

Kurdistan çawe hertim navenda bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyîn olî û etnîkiye, bi berdewamî bêyî ti cudatî penageh û maleke aram bûye bo tevahiya wan kesênku jiber zilim û zordariyê berê xwe dane Kurdistanê.

Bi vê minasebeta han hêvî dikim aştî û aramî li seraserê deverê berqerar bibe daku derfeta pêşkeftin û awedanî were afirandin û dawî bi tevahiya karesatên ku salên dirêje li deverê de hene, were.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

24.12.2018
Top