• Sunday, 15 February 2026
logo

Hêzên Amerîkî bi HSDê dewriyeyên xwe didomînin

Gulan Media December 24, 2018 Nûçe
Hêzên Amerîkî bi HSDê dewriyeyên xwe didomînin
cîhadî û tirkiyeyê jî amadekariyên operasiyonê dikin
Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê digel ku Tirkiyê hêzên komên çekdar şandine dorûbera Minbicê jî bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re dewriyeyên xwe yên leşkerî berdewam dike.

Li gor çavkaniyên herêmî, leşkerên Amerîkayê hîn ji Minbicê derneketine û çalakiyên xwe yên dewriyeyê ligel HSDê berdewam dikin.

Şahidên li herêmê dibêjin, hêzên Amerîkî ji herêma sengerên komên çekdar ên Tirkiye piştgiriya wan dike ve hatine.

Şahid herwiha diyar dikin ku hejmareke zêde ya leşkerên Amerîkî ligel hêzên HSDê li kolanan û cihên bazaran dewriyeyê dikin.


Top