Tirkiyê dorpêça li ser firokexaneya Silêmaniyê dirêj kir
Berpirsê firokexaneya Silêmaniyê, Tahir Ebdullah îro ragihand, Tirkiyê dorpêça li ser firokexaneya Silêmaniyê, ku bi hêceta piştevanîkirina YNKê li PKKê hatibû danîn, dirêj kiriye.
Tahir Ebdullah da zanîn, ruxmî hemû hewlên wan ji bona rakirina dorpêçê, hikûmeta Tirkiyê dorpêç sê mehên din dirêj kir.
Ev cara duyemîn e hikûmeta Tirkiyê qedexeya li ser geştên firokexaneya Silêmaniyê dirêj dike.
K24
