• Sunday, 22 February 2026
logo

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê merasîma derçûna xwandevanên Zanîngeha Duhokê dê birêve biçe

Gulan Media October 18, 2022 Nûçe
Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê merasîma derçûna xwandevanên Zanîngeha Duhokê dê birêve biçe

Bendewarî heye ku îro bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve li parêzgeha Duhokê merasîmekî mezin ji bo derçûyên xwandevanên Zanîngeha Duhokê birêve biçe.

Peyamnêrê BasNewsê li Duhokê ragehand: ‘’Îro 17.10.2022yê bendewarî heye ku bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve merasîma gera 27emîn a derçûyên xwandevanên Zanîngeha Duhokê li qada futbolê ya Duhokê birêve biçe.’’

Herwaha Cîgirê Serokê Zanîngeha Duhokê Dr. Luqman Hadî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Merasîma îro ya 27emîn derçûyên Zanîngeha Duhokê ye, ku 4 hezar û 468 xwandevan û dê ji 18 kolejên cuda yên zankoya derçûna wan hebe û bawernameya zanîngehê dê wergirin.’’

 

Basnews

Top