• Sunday, 15 February 2026
logo

Trump: Tirkiye dê şerê DAIŞê li Sûriyê bike

Gulan Media December 24, 2018 Nûçe
Trump: Tirkiye dê şerê DAIŞê li Sûriyê bike
Serokê Amerîka Donald Trump radigihîne, şerê DAIŞê ya li Sûriyê meye, dê Tirkiye bike û dawiya DAIŞê bîne.

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi riya telefonê axifîn. Trump naveroka wê axaftinê ji twîtira xwe eşkere dike û dibêje: “Erdogan ji wî re gotiye li Sûriyeyê şerê mayî ya dijî DAÎŞê ewê bikin û dawiya DAÎŞê bînin. Erdogan ew kes e ku dikare tiştê dibêje bike.”

Trump herwiha dide zanîn ku leşkerên wan ên li Sûriyeyê vedigerin mala xwe.

Berî niha 10 rojan Erdogan û Trump bi riya telefonê rêkeftibûn ku leşkerên Amerîkî vekişin û li şûna Amerîlkayê, dê Tirkiye şerê DAÎŞê bike.

Piştre Erdogan operasyona xwe ya dijî rojhilatê Firatê bi awayek demkî dabû sekinandin.

Berî çend rojan Serokê Amerîka biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê da bû.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis biryarnameya li ser vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê îmze kir.

Di biryarnameyê de hatiye diyarkirin ku vekişîn piştî çend hefteyan dê dest pê bike û çend hefte berdewam bibe.

K24
Top