Pêşmergeyên Êzidîxanê hatin azadkirin
Fermandarê Hêza Parastina Êzidîxanê li Şingalê Heyder Şeşo ji K24ê re ragihandibû, şeva bûrî grûpeke ser bi hêza Bedir a Heşda Şeibî bi ser baregeheke Hêza Parastina Êzidîxanê li Şingalê de girtin û 30 Pêşmergeyên wê hêzê girtibûn.
Peyamnêrê K24ê li Şingalê Mahir Şingalê da zanîn, berî bîstekê ew 30 Pêşmergeyên ser bi Hêza Parastina Êzidîxanê hatin azadkirin.
K24
