• Sunday, 15 February 2026
logo

Pêşmergeyên Êzidîxanê hatin azadkirin

Gulan Media December 24, 2018 Nûçe
Pêşmergeyên Êzidîxanê hatin azadkirin
Peyamnêrê K24ê li Şingalê da zanîn, ew 30 Pêşmergeyên ser bi Hêza Parastina Êzidîxanê yên ji aliyê grûpeke Heşda Şeibî ve hatibûn girtin, hatin azadkirin.

Fermandarê Hêza Parastina Êzidîxanê li Şingalê Heyder Şeşo ji K24ê re ragihandibû, şeva bûrî grûpeke ser bi hêza Bedir a Heşda Şeibî bi ser baregeheke Hêza Parastina Êzidîxanê li Şingalê de girtin û 30 Pêşmergeyên wê hêzê girtibûn.

Peyamnêrê K24ê li Şingalê Mahir Şingalê da zanîn, berî bîstekê ew 30 Pêşmergeyên ser bi Hêza Parastina Êzidîxanê hatin azadkirin.

K24
Top