Peyvendiyên PKKê û malbata Talabanî aloztir dibin!
Li gor zanyariyên BasNewsê ji ber tevgera YNKê ya li sînorê Silêmaniyê li dijî PKKê, ku di encama rêkeftina YNKê û Tirkiyê de destpê kir, peyvendiyên PKKê û malbata Talabanî gelekî aloz bûne. Bi taybet jî ji ber biryarên dijî PKKê ji aliyê kurê sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî Qubad Talabanî ve hatiye derxistin û ew hêzên ku biryarê jî bicîhtînin Pavel Talabanî û Lahor Cengî yê kur û birazayê Mam Celal in, peyvendiyên PKKê û malbata Talabanî gelek aloztir bûne û geheştine astekî ku berpirsên PKKê wê gruba YNKê wekî ku ji Tirkiyê re kar dikin pênase bikin û têkderê peyvendiya wan a li gel YNKê tometbar dikin.
Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên di tomareke videoyî de bi tundî rexne li YNKê kirin û ragehand: ‘’Heta duh YNKê xwe wek dostekî vê tevgerê dizanî, li parlamentoya Tirkiyê û li Enqerê çalakî bo azadiya Ocalan tê kirin. Lê li Silêmaniyê û di bin desthilatiya YNKê de qedexe ye, lê YNK dê zerer bike.’’
Endamê encûmena Komelgeha Ciwanên Welatparêz Mihemed Şerîf jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNK reşgirtineke giran li ser endamên Tevgera Azadî, PKK û Ciwanên Welatparêz daye destpê kirin û mixabin di heyama çend rojan de hêzên asayîşa YNKê, her endamekî PKKê, yan Tevgera Azadî bibînin, rast digrin û sivikayiyê pê dikin.’’
Herwaha got, ‘’YNKê berê di çalakiyên me de alîkarî dikir, lê naha helwêstê xwe guhertiye û sansûrê li ser me datîne û rê li çalakiyên me digre.’’
Wî berpirsê Ciwanên Welatparêz (Grubeke ser bi PKKê ya li Silêmaniyê ye) bi tundî rexne li YNKê kirin û ragehand: ‘’Grubek nav YNKê ketine bin siya Tirkiyê û bûn hewkarê Erdogan. Herçend di nav YNKê de kesên baş hebin jî, lê wê gruba nav YNKê ji bo berjewendiyên xwe amadene xiyaneta 16ê cotmehê xiraptir jî bikin.’’
Basnews
