• Sunday, 15 February 2026
logo

QSD: Herî kêm 30 çeteyên DIŞIê hatine kuştin

Gulan Media December 24, 2018 Nûçe
QSD: Herî kêm 30 çeteyên DIŞIê hatine kuştin
şerê dijî DIŞIê didome
Şervanên QSD`ê li eniya El-Şafaa û EL-Sûse sê nuqteyên çeteyeyan rûxandin. Her wiha di encama şerê li herêmê de herî kêm 30 çete hatin kuştin û gelek alavên leşkerî ketin desdtê şervanan.

Li gor nûçeyeke anhayê li eniya El-Şafaa û El-Sûse yên girêdayî Hecîn a Dêrezorê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DIŞIê de şerên dijwar rû didin. Şervanên QSD`ê li herêmê bi awayekî ber bi çav pêşde çûn.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re ragihandin ku şevê din şervanên QSD`ê du nuqteyek çavdêkiryê û cihekî ku çeteyan erebeyên bombebarkirî tê de amade dikirin, rûxandin.

Çavkanî diyar kir ku di encama şerên li herêmê de herî kêm 30 çete hatin kuştin û gelek çekên kelaşinîkov, cîhazên bê têl cureya "Haytra" ketin destê şervanan.

Her wiha çavkaniyê leşkerî destnîşan kir ku şervan li herêmê bi pêşde diçin.
Top