Lijneya Navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê 2 daxwazan dike
Seroka Lijneya Navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi rêya Serokatiya Parlamentoyê ve derbarê gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de 2 daxwazan pêşkeşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku di hikûmeta nû ya Iraqê de ew du daxwaz wek serekîtirîn karname be.
Seroka Lijneya Navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Ciwan Yunis Rojbeyanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi rêya nivîsekî fermî ve min daxwaz kiriye, di gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de pirsa navçeyên Kurdistanî derbarê asayî kirina rewşa wan de, heta cîhbicîh kirina madeya 140 a destûrê wekî tişta serekî ya danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê be.’’
Herwaha got: ‘’Daxwaza yekem hikûmeta nû ya Iraqê naçar be ji bo cîhbicîh kirina madeya 140 a destûrê, daxwaza duyem jî cîhbicîh kirina rêkeftina asayî kirina rewşa Şingalê ya sala 2020ê rêkeftin li ser pêkhatiye, lê heta naha bicîh nehatiye, bê bicîhanîn.
Basnews
