Serokkomarê nû yê Îraqê çûye nava koşka Serokkomarî
Bi fermî dest bikar kir.
Îro duşem Serokkomarê nû yê Îraqê Ebduletîf Reşîd ku, hefteya derbasbûyî weke Serokkomar hatibû hilbijartin, çû koşka Selam û bi fermî destbikar kir.
Reşîd di gotareke kurt de ku, pêşkêş kir ragihand ku, vê Serokkomarê tevahiya Îraqiyan bêyî cudatî be û hewl bo çareser kirina kêşeyên Îraqê li ser esasê destûra federalî bide.
