YNK cihên PKKê yên li devera Silêmaniyê ji Tirkiyê re deşîfre dike!
Li gorî agahiyên BasNewsê, ku ji çavkaniyekî agahdar hatine bi dest xistin, êrişa duhî ya firokeyên Tirkiyê li dijî baregeha PKKê ya li nêzîkî gundê Sînemoke li bintara çiyayê Qendîlê, gelekî deqîq hatibû kirin, ji ber ku agahiyên hûr û deqîq li ser wê kampa PKKê ji rayedarên Tirkiyê re çûbûn.
Wî çavkaniyê BasNewsê da zanîn, salên borî pêwendiyên PKK û YNKê gelekî bihêz bûn ji ber wê jî îstixbarata YNKê gelek tiştan li ser xebatên PKKê yên li devera Silêmaniyê dizane.
Li gorî agahiyên wî jêderî, êrişên mîna êrişa duhî nîşan didin ku dezgehên îstixbarat û asayişên YNKê agahiyên hûr û deqîq dane Tirkiyê.
Endamê serkirdetiya PDKê Aras Heso Mîrxan li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, wê çaxê YNKê bi enqest PKK li deverên di bin desthilata xwe de bicîh kiribû, niha jî soz dane Tirkiyê wan ji wir derxînin. Ji ber wê jî di navbera Tirkiye û PKKê de mane. YNK niha nizane çi bike û wê kirîzê çawa çareser bike.
Basnews
