Sûdanî: Rûbirûbûna gendeliyê karê me yê pêşîne ye
Serokwezîrê Iraqî yê destnîşankirî Mihemed Şiya Sûdanî radigihîne, ew ê ti carî dudil nebe ku tedbîrên rastîn bigirin “ji bo rêgirtina li gendeliya ku bi awayekî bêşerm di nav dewlet û saziyên wê de belav bûye.”
Sûdanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” tekezî li ser cîbicîkirina vê dosyayê di pêşîneyên bernameya hikûmeta xwe de kir û got: “Em rê nadin ku diravên Iraqiyan bên talankirin, wek çawa bi pereyên Rêveberiya Giştî ya Bacê li Banka Rafîdeyn re bûye.”
Serokomarê hilbijartî yê Iraqê Ebdulletîf Reşîd ji bo avakirina hikûmeta bê ya Iraqê, namzedê Çarçoveya Hevahengiyê Mihemed Şiya Sûdanî erkdar kiribû.
Ev daxuyaniya Sûdanî piştî wê tê, Komîteya Destpakiyê ya Parlamentoya Iraqê, dizîna nêzîkî 800 milyon dolar ji hesabên hikûmetê yên li Banka Hikûmetê ya Rafîdeyn eşkere kir û ragihand, lêkolîneke berfireh derbarê dosyayê de hatiye vekirin.
Endamê komîteyê Ehmed Taha El-Rubeyî piştrast kir ku ev pere ji hesabên Daîreya Giştî ya Bacê ya li Banka Rafîdeyn hatine dizîn. Her wiha daxwaz ji hikûmetê û çavdêriyê kir ku rê nedin hin rêvebir û kadroyên payebilind ên di Dezgeha Bacê de derkevin derveyî welat, heta lêkolînên îdarî û dadwerî bi dawî dibin.
Rudaw
