Mesrûr Barzanî peyamek belav kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Cotmeha 2022an, pirse û hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyên teqîna kana madenê ya Bartinê ya li bakurê Tirkiyê nîşan dide.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de bo Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşgolu de, sersaxî û hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan ragihand.
Li parêzgeha Bartin a Tirkiyê duh Înê 14ê Cotmeha 2022yan di demjimêr 18:15 xulekan de, di kana madenê de di kûrahiya 300 metreyan de teqînek pêk hat, di encamê de nêzîkî 40 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek din jî birîndar bûn.
