Washington Post biryara Trump bi “karesat” dizane
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokê Amerîka Donald Trump roja 14ê vê mehê pêwendiyeke telefonî kiribûn û Erdogan piştî wê pêwendiyê gotibû, Trump biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê daye.
Lê Koşka Spî daxuyaniyên Erdogan piştrast nekiribû.
Li gor rojnameya “Washington Post”, Erdogan sedema berdewamiya piştevanî û hevkariya leşkerî ya Amerîka ji Kurd re pirs kiribû, Trump jî gotibû: “Sûriye ji te re ye, emê jê vekişin.”
Rojnameyê amaje bi wê kir, heta li gor pîvanên Washington ev pêwendî di serdema Trump de “bûn sedema karesatê”
Rojnameya “Washington Post” tekez kir, biryara Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, karvedanên navxweyî û derveyî li pişt xwe anîn, bi taybet di hundirê Kongressê de, ku piraniya endamên Kongressê amaje bi wê kirin, vekişîna ji Sûriyê, têkçûna li pêş Rûsya û Îranê ye.
Piştî biryara Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, her yek ji Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis û Nûnerê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk destên xwe ji kar vekişandin.
Basnews
