• Sunday, 22 February 2026
logo

Rûsyayê baregehên çeteyan li Kefer Cenê û Ezazê bombe kirin

Gulan Media October 16, 2022 Nûçe
Rûsyayê baregehên çeteyan li Kefer Cenê û Ezazê bombe kirin

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane nûçegihanê me, balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çeteyên Siqûr Şemal ên li Kefer Cenê û Ezazê hedef girtin.

Li gor nûçeyeke anhayê vê sibê balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çeteyên Siqûr Şemal ên li gundê Kefer Cenê yê navçeya Şera ya rojhilatê kantona Efrînê ya dagirkirî, her wiha yên li herêma Ezazê ya li hember Efrînê bombebaran kirin.

Li asîmanê herêmê tevgera balafirên şer ên Rûsyayê dewam dike.

Siqûr Şemal yek ji komên çeteyan in ku li hember çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebehet El Nusra berê) şer dike.

Top