• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Xarpêtê di 24 demjimêran de 3 jin hatin kuştin

Gulan Media October 16, 2022 Civakî
Li Xarpêtê di 24 demjimêran de 3 jin hatin kuştin

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di dema 24 demjimêran de 3 jin hatine kuştin.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn roja Şemiyê 15ê Cotmeha 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye ku di dema 24 demjimêran de li parêzgeha Xarpêtê 3 jin hatine kuştin.

Platforma navborî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Husniye Keskinbaş ji aliyê kesekî bi navê Nadir Ustun, Vahîde Duran ji aliyê birayê xwe ve, herwiha Yasemin U. ji aliyê hevjînê xwe Yaşar U. ve bi çekê hatiye kuştin. Yê ku ew tawan kiriye keça xwe jî birîndar kiriye.”

Husniye Keskinbaş a 29 salî ji aliyê evîndarê xwe Nadir Ustun ê 41 salî ve hatiye kuştin. Piştî dikuje termê wî diavêje nêzîkê navendeke komkirina zibil. Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn dibêje, Nadir Ustun hatiye desteserkirin û li tawanê xwe mikur hatiye, piştre bi mercê edlî hatiye azadkirin. Herwiha tekez dike ku eger lêkolîneke baş bê kirin tawanbar bê ceza namînin.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn ji sala 2010an ve hatiye damezrandin û mehane amaran derbarê tawan û tundûtûjiya dijî jinan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav dike.

 

Rudaw

Top