• Sunday, 22 February 2026
logo

Rêveberekî Gorran: Ti baweriya xelkê bi Dije Teror a YNKê nemaye

Gulan Media October 16, 2022 Nûçe
Rêveberekî Gorran: Ti baweriya xelkê bi Dije Teror a YNKê nemaye

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Dilşad Reşîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kuştina Efserê Dezgayê Zanyariya YNKê Eqîd Hawkar Caf ji aliyê Dije Teror a YNKê ve dikeve çarçoveya karê terorîstî. Ji ber wê saziyê efserê xwe kuştiye û ew kiryar gelek xirabe li ser Saziya Dijeteror a YNKê rawesta.’’

Dilşad Reşîd got: ‘’Saziya Dije Teror a YNKê nav xelkê de ti kesek baweriya xwe pê nayne û navê wê gelek xirab bûye. Herçend wê saziyê ew efserê xwe ji bo ku navê wê xirab bibe nekuştiye, ji ber ku armanca wan ew bû xelkê bitirsînin bi kuştina efserê xwe ve. Wekî çawa berê Murad Kanî Kurdeyî kuştin. Bê guman bi kuştina Eqîd Hawkar dixwazin ji xelkê re bibêjin, destê me digehe her cîhekî û her kesekî.’’

Herwaha got: ‘’Saziya Dije Teror navê wê bixwe Dije Teror e, lê eger waha bi aşkerayî xelkê bikuje, bi rastî karekî gelek kirêt û metirsîdar e. ji ber wê jî baweriya xelkê pê nemaye. Ji bo saziya ewlehiyê meseleya baweriyê gelek hestyare. Ji ber xelk ji bo wê piştevaniya wê saziya ewlehiyê dike ku jiyana xelkê diparêze. Lê saziyekî ewlehiyê dema berpirsê xwe dikuje, baweriyê ji dest dide û wegerandina wê baweriyê ji bo wê saziyê jî gelek karekî giran e.’’

Dilşad Reşîd got: ‘’Ez bawer nakim Amerîka ji ber kuştina Eqîd Hawkar Caf, YNKê efû bike. Ji ber Eqîd Hawkar Caf xwedî pêwendiyekî bihêzbû li gel Amerîkiyan. Herwaha belav kirina belgeyên xwe mukirhatina tewanbarên kuştina Eqîd Hawkar Caf ji aliyê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve ti gumanek li gel xelkê Kurdistanê nehêla. Bi awayekî pir baş şûnpêya tewanbaran aşkera kirine û bi vîdyo temamê tewan belav kirin. Bê guman naha xelk dizane saziya asayîşa Herêma Kurdistanê çav vekirîne û agahiya wan ji hemû tiştekî heye. Ji ber wê jî ji ber li xwe mukirhatin û belav kirina belgeyên tewanbarên kuştina Eqîd Hawkar Caf, baweriya xelkê Kurdistanê ya li hember Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê gelek zêde bûye. Lê ti bawerî bi saziya Dije Teror a YNKê nemaye.’’

 

Basnews

Top