Pêşmergeyên Roj xwe ji bo Rojava amade dikin
Li gel berdewambûna wan guşaran, li aliyekî din behsa hinek mekanîzmayan tê kirin bo nehiştina gefên Tirkiyê ku çavkaniya serekî ya tirs û nîgeraniya xelkê ne. Hêza Pêşmergeyên Roj çend hezar Pêşmerge ne, li Herêma Kurdistanê perwerdeya leşkerî dîtine, beşdarî şerê dijî DAIŞê bûne û nêzîka 60 Pêşmergeyên wê hêzê şehîd bûne.
Şêwirmendekî Koşka Spî yê berê, ji Tora Medyayê ya Rûdawê re got ku çêbûna hevahengiyê di navbera hêzên Kurdî de û vegerandina Pêşmergeyên Roj karekî erênî ye û dibe Herêma Kurdistanê jî di vî warî rola navbijêniyê bibîne.
Rawêjkarê Koşka Spî yê Berê Daniel Benaim diyar kir: “Peywendiya Kurdên Iraqê ligel Erdogan heye, dikarin ligel biaxifin û peywendiyên wan ên baş ligel grûpên Kurdî yên Sûriyê jî hene. Hêvîdar im bikaribin rola navbijêniyê bibînin. Bi baweriya min karekî baş e ku Partiya Demokrat a Kurdistanê û Herêma Kurdistanê peyameke bi vî awayî bo Tirkiyê bişînin. Hinek grûpên nêzîkê Kurdên Sûriyê jî li Şingalê hene ku bûne sedema nîgeraniya Tirkiye û Kurdên Iraqê jî. Ev çawa dînamîka navçeyê û herwiha Qendîlê jî diguherîne tişteke niha nayê zanîn. Ewên ku çavdêriya navçeyê dikin, li vê rewşê dinêrin. Lê hêvîdar im ku Kurdên deverên cuda di demeke wek niha de bikaribin bi hev re girîngiyê bi berjewendiyên xwe yên hevbeş bidin, bi hev re kar bikin, ne ku rê bidin aktorên derve daku duberekiyê di navbera wan de çêbikin."
Di salên borî de gelek caran behsa bihevre karkirin û çûna Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin, lê nakokiyên siyasî li pêş bihevre karkirin û vegerê bûn asteng.
Herçiqas vekişîna Amerîkayê ji navçeyê yek ji daxwazên Tirkiyê bû û çend caran jî Erdogan amaje bi temambûna erkê Amerîkayê li Sûriyê dabû, lê li gor agahiyên çend berpirsên Amerîka û Tirkiyê, dema di peywendiya telefonî de Trump behsa vekişîna artêşa welatê xwe kiriye, Erdogan hişyarî daye û gotiye, hêza pêwîst a Tirkiyê li ser sînor nîne ku wê valahiya mezin li bakur û rojhilatê Sûriyê tejî bike. Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî li ser nexşerêya hevbeş a navbera Enqere û Washingtonê rawestiya û daxwaza hevahengiyê ji Amerîkayê kir.
Rudaw
