• Sunday, 15 February 2026
logo

KCK: Vekişîna Amerîka li dijî Rojavayê Kurdistanê lîstikeke pilankirî ye

Gulan Media December 22, 2018 Nûçe
KCK: Vekişîna Amerîka li dijî Rojavayê Kurdistanê lîstikeke pilankirî ye
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigihîne, vekişîna Amerîkayê, li dijî Rojavayê Kurdistanê lîstikeke pilankirî ye.

KCK di derbarê vekişîna Amerîkayê ya ji Suriyeyê de daxûyaniyek belav kir. KCK dibêje, vekişîna Amerîkayê eşkere dike ku dijî Rojavayê Kurdistanê lîstikeke pilankirî tê birêvebirin. Êrîş û gefên Tirkiyeyê jî perçeyek vê lîstikê ye û Amerîka bi vekişîna xwe him dixwaze AK-Partiyê xilas bike, him jî li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê pilan dike.

Di daxuyaniya KCKê de hatiye jî, diyarkirina xelata li ser 3 rêveberên PKKê jî girêdayî vê pilanê ye. Lê vekişîna Amerîkayê dê hevsengiyên nû bi xwe re bîne û ev yek jî dê bibe dawiya dagirkeriya Tirkiyeyê.

KCK herwiha dibêje, ne tenê Amerîka, divê Tirkiye jî nav de hemû hêzên derve ji Sûriyeyê vekişe. Ger Tirkiye êrîş bike ewê her cûre piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.

Top