• Sunday, 15 February 2026
logo

Tirkiye dixwaze li Kerkûkê jî konsûlxaneya xwe veke

Gulan Media December 22, 2018 Nûçe
Tirkiye dixwaze li Kerkûkê jî konsûlxaneya xwe veke
Dîplomatekî Tirkiyê ragihand, Tirkiye dixwaze li bajarê Kerkûkê jî konsûlxaneya xwe veke.

Sefîrê Tirkiyê li Bexdayê, Fatih Yildiz ji ajansa Anadolu re gotiye, wî bi fermî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye bihêlin Tirkiye li bajarên Kerkûk û Necefê jî konsûlxaneyên xwe veke.

Fatih Yildiz daye zanîn, ew dê li wan bajaran ofîsa vîzeya Tirkiyê jî vekin û vîze jî bidin xelkê wan bajaran.

Wî dîplomatê Tirkiyê li ser girîngiya Kerkûkê ji bo Tirkiyê gotiye, Kerkûk ji ber ku hebûna turkmenan ji bo Tirkiyê gelekî girîng e. Ereb û kurd û mesîhiyên bajêr jî ji Tirkiyê hez dikin û daxwaz dikin Tirkiye konsûlxaneya xwe li Kerkûkê veke.

Eger Tirkiye li Kerkûkê jî konsûlxaneya xwe veke wê çaxê hejmara konsûlxaneyên Tirkiyê bi ya Hewlêrê re dibe du konsûlxane li Başûrê Kurdistanê.

Sefîrê Tirkiyê li Bexday, her wiha daye zanîn dê konsûlxaneyên xwe yên Besra û Mûsilê jî ji nû de vekin.

Konsûlxaneya Tirkiyê ya Mûsilê ji ber şerê DAIŞê hatibû girtin û ya Besrayê jî ji ber alozî û xwepêşandanên îsal yên bajêr hatibû girtin.



Basnews
Top