Li Xarpêtê mêrekî di daweta kurê xwe de hevjîna xwe kuşt
Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê kesekî di şahiya zewacê ya kurê xwe de hevjîna xwe bi demançeyê kuşt û keça xwe jî birîndar kir.
Li gor agahiyan şeva borî 14ê Cotmeha 2022ê li Taxa Dogukent a ser bi navenda parêzgeha Xarpêtê ve kesê bi navê Yaşar U. di şahiya zewacê ya kurê xwe de ji ber sedemeke nayê zanîn di navbera wî û hevjîna wî de nîqaş derketiye û di encam de gulle li hevjîn û qîza xwe barandine.
Herwiha li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û her du jinên birîndar bo Nexweşxaneya Fethi Sekin a bajêr hatine veguhestin.
Lê ligel hemû midaxeleyan jina bi navê Yasemin U. canê xwe ji dest daye û dermankirina jina din berdewam e. Li gor zanyariyan kesê bi navê Yaşar U. piştî bûyerê reviya ye û heta niha jî nehatiye desteserkirin.
Rudaw
