• Sunday, 15 February 2026
logo

Tirkiye û Yûnanistanê bi tundî hev tehdîd dikin

Gulan Media December 22, 2018 Nûçe
Tirkiye û Yûnanistanê bi tundî hev tehdîd dikin
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar bersiva artêşa Yûnanistanê da û ragihand, bila hişê xweê komî serê xwe bikin!

Çend roj berê fermandeyê giştî yê artêşa Yûnanistanê Evangelos Apostolakîs bi tundî Tirkiye tehdîd kiribû û gotibû, eger hêzên Tirkiyê gavekî derbasî nav giravên me bibin emê wan bi erdê re bikin yek!

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar, li Efxanistanê bersiva Apostolakîs da û ragihand, bila Yûnanistan dest ji tehrîkkirina Tirkiyê berde û hişê xwe komî serê xwe bike. Eger na, dê rastî bersivek tûj were.

Nêzîkî 100 salan e Tirkiye û Yûnanistanê li ser malikiyeta 12 giravên biçûk yên li deryaya Ege de nakok in.

Basnews
Top