Li Amedê 'Hevdîtina Aliman': Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê jî beşdar bû
Gelek rêberên olî beşdarî konferansa "Civîna Aliman" a ku ji aliyê Yekîtiya Alim û Medreseyan ve li Amed a Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin bûn. Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Zabîhullah Mucahîd jî di nav beşdaran de ye.
Ji Tirkiye, Efxanistan, Sûriye, Rojava, Rojhilat û Herêma Kurdistanê gelek alim îro Şemiyê 15ê Cotmeha 2022an beşdarî "7emîn Hevdîtina Aliman" a ku ji aliyê Yekîtiya Alim û Medreseyan (Îttihadul Ulema) ve tê lidarxistin, bûn.
Axaftina destpêkê ya bernameya ku dê îro û sibe bê kirin ji aliyê Serokê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Enver Kiliçarslan ve hat kirin.
Di bernameyê deBerdevkê Hikûmeta Efxanistanê Zabîhullah Mucahîd, alim û profesorê ji Rojavayê Kurdistanê Şêx Zahid Xeznewî, Nûnerê Yekîtiya Alimên Cîhanê yê Hewlêrê Prof. Dr. Ehmed Abdulwehab Pêncwênî, ji Medreseya Şêx Esad El-Çokreşî Mehmet Firat, Rêveberê Giştî yê Saziya Ronakî Dr. Îdrîs Karîtanî, Serokê Enstîtuya Jiyar li Hewlêrê û Mamostayê Zankoya Koyeyê Prof. Dr. Suleyman Selîm Îbrahîm û Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu jî di nav beşdaran de bûn.
Bernameya bi navê “Hevdîtina Aliman” ji sala 2015an û vir ve her sal di meha Cotmehê de tê lidarxistin.
Rudaw
