• Sunday, 15 February 2026
logo

YNK rexne li siyaseta PYD digre

Gulan Media December 22, 2018 Nûçe
YNK rexne li siyaseta PYD digre
Mela Bextiyar rexne li siyaseta PYDê digre.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar di gotarekê de, hişyarî ji rewşa Rojavayê Kurdistanê dide û rexne li siyaseta Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê digre.

Mela Bextiyar rexne li siyaseta PYDê li rojavayê Kurdistanê digre, bi taybetî jî, ku niha Amerîka biryara vekişandina hêzên xwe da ye û dibêje, mixabin PYDê li ser siyaseta hakimiyeta xwe rijd e.

Mela Bextyar hişyariyê ji rewşê dide, bi taybetî eger Artêşa Azad a Sûriyê êrîş bike û Rûsya û Civata Asayişa Navdewletî wekî bi bandortirîn hêz li Sûriyê bê deng bimîn e, trajedî birê ve ye.

Gotara Mela Bextiyar piştî du rojan ji biryara vekişandina Amerîka ji Sûriyê tê, ku bû ye cihê dilgiraniyê li Rojavayê Kurdistanê.

K24

Top