• Sunday, 15 February 2026
logo

Gorran: PDK paketa me qebûl bike piraniya Civata Niştimanî li gel beşdarbûna hikûmetê ne!

Gulan Media December 22, 2018 Nûçe
Gorran: PDK paketa me qebûl bike piraniya Civata Niştimanî li gel beşdarbûna hikûmetê ne!
Berpirsê binkeya Hewlêrê û endamê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran Hêmin Şêxanî ragehand, eger PDK paketa me qebûl bike, piraniya Civata Niştimaniya Tevgera Gorran li gel beşdarbûna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê ne.

Hêmin Şêxanî ji BasNewsê re ragehand, îro civîna Civata Niştimaniya Tevgera Gorran li ser du babetan dê pêkbê, ya yekem beşdarbûna li kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ya duyem jî amadekariyên konferansa niştimanî ya Tevgera Gorran e.

Derbarê pirsa gelo piraniya endamên Civata Niştimaniya Tevgera Gorran li gel beşdarbûna hikûmetê ne yan na? de, Şêxanî aşkera kir; wan paketek pêşkeşî PDKê kirine û got: ‘’Eger paketa me bicîh bê, bi piştrastî piraniya Civata Niştimaniya Tevgera Gorran li gel beşdariya hikûmetê dibin.’’

Herwaha got, paketa wan piranî girêdayiye bi jiyana hemwelatiyan ve, wek babeta sedemên krîza salên borî û babeta mûçeyên hemwelatiyan û herwaha şeffafiyeta dahata neft û firotina wê û vegera wê bo hikûmetê û hewsengiya di dabeşkirinê de, li gel babeta yekrêzî û biratiyeke rast di navbera aliyan de ye.

Li gor gotinên Hêmin Şêxanî di civîna îro 22.12.2018ê de Civata Niştimaniya Tevgera Gorran ne merce biryara dawî li ser beşdarbûn an jî ne beşdarbûna hikûmetê bide, lê dê guftûgo li ser bên kirin.

Basnews
Top